FORUM

Di Derbarê Forumê De

Foruma Aştî û Azadiya Civakî platformek e ku welatî, aktîvîst, hunermend, akademîsyen, xwendekar, rojnameger û siyasetmedaran tîne cem hev; armanca wê nîqaşkirina astengî, sînor û derfetên li pêşiya azadî û aştiya civakî ye. Forum, dema ku hewl dide ji bo pirsgirêkên welat û herêmê yên ku demeke dirêj e nayên çareserkirin zemînekî muzakereya demokratîk ava bike, di heman demê de bang li zimanê civakê, siyasetê û medyayê dike ku veguhere. Forum fikra aştî ne tenê bi polîtîkayên dewletê, lê bi hewildana hevpar a hemû beşên civakê pêkan e diparêzin û lewma balê dikişînin ser pêdiviya civakîbûna aştiyê.


Forum, nasnameya pirçandî wekî çavkaniyekê ji bo avakirina azadî û aştiya civakî dibîne. Di vê çarçoveyê de forum armanc dike ku têgehên azadî û aştiyê bi tecrubeyên xwecihî, herêmî û gerdûnî pênase bike; beşdariya çalak a ciwanan, jinan, zarokan û komên ku hatine kêmînekirin, dûrxistin, dengê wan hatî tepisandin û hatine bêparkirin (dezavantajkirin) di pêvajoyên aştiyê de derxe pêş. Her wiha bi riya xebatên hunerî, çandî, bîranînî û piştgiriya psîkososyal, rê û rêbazên başbûna civakî tespît bike û van xebatan veguherîne projeyên domdar ên ku dê beşdarî avakirina aştiyê bibin.


Foruma Aştî û Azadiya Civakî bi mêvandariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û hevkariya toreke berfireh a piştevanî û alîkariyê tê birêvebirin.