2026 PROGRAM

Bîra Civakî û Başbûna Derûnî: Bîranîn, Başbûn û Bi Hev Re Bi Hêztir Bûn

EV ÇALAKÎ BI DAWÎ BÛ

Bîra Civakî û Başbûna Derûnî: Bîranîn, Başbûn û Bi Hev Re Bi Hêztir Bûn
EV ÇALAKÎ BI DAWÎ BÛ

Derbarê Çalakiyê

Ev komxebat, ku ji aliyê Serhat Akbaş, M. Goran Korkmaz û H. Laleş Öngün ve li ser navê Komeleya Derûnnasên Mezopotamyayê (Der-Mez) hatiye sêwirandin, armanc dike ku têkiliya di navbera bîra kolektîf û tenduristbuna derûnî de ronî bike û ji bo beşdaran cîhek ewle ji bo parvekirinê peyda bike, û her weke din bi rêya bîranîn, şîn û hevgirtinê hêza kolektîf peyda bike.

Civak ne tenê bi awayekî takekesî lê di heman demê de bi awayekî kolektîf jî di encama salên dirêj in nakokî, pevçûn, koçberiya bi zorê, windakirin û tundûtûjiyê de bandorên derûnî dijîn. Ev ezmûn bandorek li ser bîra kolektîf dihêlin û, bi rêya veguhestina nifşan, hestiyarîya wan, hesta ewlehiyê û têgihîştina pêşeroja nifşên nû eşkere dikin.

Yek ji armancên sereke yên Foruma Aştî û Azadiya Civakî ew e ku astengiyên li pêşiya aştiyê bi awayekî piralî çareser bike û şert û mercên ji bo hevjiyana dadperwer nîqaş bike. Armanca vê komxebatê ew e ku ji perspektîfek deruncivakî ve beşdarî vê nîqaşê bibe. Di dema komxebatê de, beşdar dê derfet bibînin ku li ser bandorên derûnî ên bîra kolektîf, pêvajoyên trawma û şînê, pratîkên hevgirtinê û rêyên dermankirinê yên li ser bingeha civakê bifikirin û bi hev re parve bikin. Ji ber vê yekê, rola pêvajoyên bîranîn û rûbirûbûnê di avakirina aştiya civakî de dê were nîqaş kirin, û qadeke kolektîf ji bo ramanê diafirîne ku empatî û hevgirtinê xurt bike.

Armanca komxebatê ew e ku encamên berbiçav ên jêrîn bi dest bixe:

- Nexşeyên têgeh û hestên hevpar ên ku bi beşdariyên beşdaran hatine afirandin dê aliyên derûnî ên bîra civakî xuya bikin.

- Peyamên hêviyê, notên kurt û îfadeyên sembolîk (notên post-it û nivîsên kurt) ku di dema komxebatêde derdikevin holê dê werin berhev kirin ji ber amadekirina materyalên rapora giştî ya forûmê bibe alîkar. 

- "Peyamên ji bo nifşên pêşerojê" û "hevokên hêviyê" yên ku ji hêla beşdaran ve hatine afirandin, dê bibin xwedî potansiyela ku beşdarî xebatên girtina forumê an pêşangeha wan a bi mijara bîranîn û başbûnê bibin. 

- Pêşniyar û nirxandinên sereke yên ku ji nîqaşên di komxebatê de hatine derxistin, dê di noteke nirxandinê ya kurt de werin berhev kirin ku rola nêzîkatiyên deruncivakî di pêvajoyên aştiya civakî de destnîşan bike.

Armanca van encaman ew e ku empatî, hevgirtin û pêvajoyên başbûna kolektîf were xurtkirin û bi vî rengî perspektîfek derûnî ji nîqaşên li ser aştiya civakî û azadiyê re were peydakirin. 


Ziman: Kurdî (Kurmancî) û Tirkî

Beşdarî: Her çiqasî ji bo her kesî vekirî be jî, beşdarbûn taybetî ji bo kesên ku di warên derûnî / derûnnasî, mafên mirovan û bîra civakî de dixebitin / dixwînin tên pêşniyarkirin. 

Kontenjan: 30 kes


Agahiyên Çalakiyê

  • Dîrok15 Gulan 2026
  • Saet10:00
  • CihKomeleya Mafên Mirovan Salona Vedat Aydin
EV ÇALAKÎ BI DAWÎ BÛ

Herikîna Bernameyê

Gul 15
10:00 - 15:00