Armanca bingehîn a vê atolyeyê, pêşxistina hişmendiyeke rexneyî ye li ser têkiliyên hêzên ku di jiyana rojane de û bi taybetî di qada pratîkên tevgera laşî de pirî caran nediyar dimînin. Atolye diyar dike ku û bide xuyakirin ka şêwazên têkiliya bi laşî re ne tenê ji tercîhên kesane pêk tên; berevajiyê vê yekê, dikarin xizmeta têkiliyên desthilatdariyê yên ku bi awayekî civakî, çandî û siyasî hatine teşekirin, bikin. Di çarçoveya nêzîkatiya tevger û yogayê ya ku li ser bingeha trawma û zanista demarî (neuroscience) de; têkiliya hêsankar-beşdar, gotarên hîndekar, şêwazên avakirina otorîteyê û bandorên vegotinên normatîf ên mîna “laşê rast”, “postura rast”, “tevgera rast” li ser pergala demarî, têgihiştina ewlehiyê û hişmendiya ku mirov di laş, hest û tercîhên xwe de dikare ji bo çi bibêje “erê” û ji bo çi bibêje “na”, dê bi hev re bê zelalkirin. Atolye diyar dike ku rewşên van tevgeran, bêyî ku mirov pê bihese ji nû ve tê hilberandin û bingeha nîqaş û pirskirinê saz dike ku pratîkên laş çawa dikarin her çend nexwestî be jî veguherînin mekanîzmayên hiyerarşî, îtaet û kontrolê. Di vê çarçoveyê de atolye pêşniyar dike ku mirov li ser wekhevî, beşdarbûn, razîbûn û pratîkên avakirina têkiliya asoyî ya ku hêmanên bingehîn ên aştiya civakî û azadiya civakî ne, bi rêya cerebekirinê li ser laş bifikire. Tê destnîşankirin ku veguherandina têkiliya bi laş re ne tenê beşdarî başbûna kesane dibe; di heman demê de beşdarî avakirina têkiliyên civakî yên demokratîk, berfireh û bêtundîtî dibe.
Ev atolye ya ku ji aliyê Meral Atan Çuban ve hatiye amadekirin, ji bo derxistina holê ya têkiliyên hêzê yên ku di qada pratîkên tevger û laş de pirî caran nediyar dimînin û ji bo hilberandina nêzîkatiyeke alternatîf, bi zanîna zanista demarî û trawmayê ye. Di vê çarçoveyê de dê bi beşdaran re çarçoveyeke ya hişmendiya rexneyî li ser pozîsyona perwerdekar, bikaranîna ziman, şêwazên rêvebirinê û pêvajoyên hilberandina otorîteyê bê avakirin. Ev çarçove dê bi awayekî berbiçav nîşan bide ku dema bi laş re tê xebitîn, têkiliyên hêzê çawa dikare ku ji nû ve bên hilberandin. Di pêvajoya atolyeyê de, bi girtina bingeha zanista demarî û zanîna trawmayê; dê prensîbên alternatîf ên xebata bi laş re bê diyarkirin ku beşdar lê kirde ye, mafê tercîhê lê tê parastin û têgihiştina ewlehiyê jî di pêşiyê de ye. Li şûna zimanê normatîf, fermanber an jî hiyerarşîk ê ku di yoga û pratîkên laşî ên mîna wê de pir tê bikaranîn; dê pêşniyarên berbiçav li ser bikaranîna zimanekî berfireh, piralî û bêtundî bê pêşxistin. Ev pêşniyar dê di şêweyê hilberekê de bin ku beşdar dikarin bibin qadên xwe. Atolye dê pêvajoyekî ya hişmendiyê pêşkêş bike ku rê dide li ber beşdaran da ku cerebeyên laşê xwe ne tenê wekî kesane, lê wekî parçeyek ji avahiyên civakî û têkiliyên desthilatdariyê bigirin dest. Ev pêvajo, dê beşdarî ji nû ve fikirîna çanda aştiya civakî di asta laşî û têkiliyî de bibe.
Ziman: Tirkî
Beşdarî: Ji her kesî re vekirî ye.
Kontenjan: 16 kes