SERLÊDAN

Serlêdana Komxebatê

Ji bo ku we niyet e hûn di çarçoveya Foruma Aştî û Azadiya Civakî de komxebatekê bi rê ve bibin em spasiya we dikin. Forma li jêr, ji bo em di derbarê komxebatê de agahiyên berfireh bi dest bixin hatiye amadekirin. Armanca me ev e ku em di pêvajoyên plankirin, sepandin û raporkirinê de bi awayî herî baş alîkariya we bikin.



Serlêdana Komxebatê û Pêvajo


Bi rêya lînka li jêr hûn dikarin wek şexs an jî li ser navê saziya xwe serlêdana xwe ya birêvebirina komxebatekê bikin. Ji bo em bikaribin li we vegerin û alîkariya hewce bidin we, me pêdivî bi agahiyên berfireh ên di derbarê komxebatan de heye. Ji ber vê, ji kerema xwe bi qasî ji destê we tê Forma Serlêdanê bi awayekî temam û baldarî tije bikin.


Dîroka dawî ya serlêdanê: 28ê Sibatê 2026, 23:59.  


Piştî vê dîrokê, dê serlêdan neyên qebûlkirin.


Serlêdanên komxebatan, dê ji aliyê Ekîba Koordînasyonê ya Forumê bê nirxandin û ew ên hatine qebûl kirin herî dereng dê heta 5ê Adarê bên agahdarkirin. Ew ên nehatine qebûlkirin jî dê heta 8ê Adarê bên agahdarkirin.


Krîterên Nirxandina Komxebatan


Nirxandin, dê li gorî bersivên pirsên di forma serlêdanê û çarçoveya krîterên li jêr bê kirin.


- Komxebat, li gorî armancên Foruma Aştî û Azadiya Civakî hatiye amadekirin an na?


- Komxebat, piştevaniya Forumê yên demokrasiya beşdar, pirrengî û hemûgirî, civakîbûna aştiyê, nêzîkatiya azadîxwaz û danûstandina rexneyî dike yan na?


- Encam an berhemeke berbiçav a vê komxebatê heye yan na?


- Komxebat, alîkariya bicihbûna çanda aştî û azadiya civakî dike yan na?


- Komxebat, qadeke ragihandinê ya azad û horizontal ava dike yan na?


- Çavkanî û îmkânên heyî yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (ŞBMA) dihêle ku ev komxebat bê birêvebirin an na?



Pirsên Gelek Caran Tên Pirsîn


- ŞBMA, dê destheqekê bide kes û/an jî saziyên ku komxebatên wan hatine qebûlkirin?


- ŞBMA, dê destheqekê nede kes û/an jî saziyên ku komxebatên wan hatine qebûlkirin lê belê dê mêvandariya (hatinçûn û cihê mayînê) herî zêde du rêveberên komxebatan bike. 


- ŞBMA, dikare materyalên hewce yên bo komxebatan amade bike?


- ŞBMA, dikare alîkariyê bide ji bo bidestxistina materyalên hewce yên bo komxebatan lê belê ev alîkarî girêdayî du mercan e: kîjan materyal lazim in û temînkirina van malzemeyan çi was wext digire. Ji bo ku em bikaribin baştir alîkariya we bikin, lazim e hûn beşa formê ya têkildarî vê mijarê ye bi berfirehî bibersivînin. Girîng e ku rêveberên komxebatan bi awayekî zelal binivîsin ka ev dikarin kîjan materyalan bi xwe re bînin û ji bo kîjan materyalan alîkariyê ji ŞBMAyê dixwazin.


- ŞBMA, dikare mekânekê bide ji bo komxebatên hatine qebûlkirin?


- ŞBMA, dê ji bo komxebatên hatine qebûlkirin mekânekê diyar bike. Ji bo vê, ji kerema xwe bi awayekî zelal diyar bikin ka hûn mekânekê çawa dixwazin. Li gorî derfetan, em ê hewl bidin mekânekê diyar û amade bikin.


- Divê wextê komxebatan çi qas be?


- Lazim e komxebat, di navbera 12–16ê Gulana 2026ê de, wek herî kêm rojek (1) û herî zêde pênc (5) roj bê plankirin. Ji bo ku hûn bikaribin bi beşdaran re çarçoveya teorîk û paşxaneya dîrokî bi berfirehî bigirin dest û pêngavên pratîk bi berfirehî têra xwe nîqaş bikin divê komxebatên wek rojek (1 roj) tê amadekirin herî kêm pênc (5) saet were veqetandin. Wek mînak, hûn dikarin beşa yekem a komxebateke wisa di navbera 10:00-12:00ê de, navbera nîvro di navbera 12:00-13:00ê de û beşa duyemîn jî di navbera 13:00-15:00ê de plan bikin. Ji bo komxebatên ji rojekê (1 roj) zêdetir jî bi heman awayî ji bo ku çarçoveya teorîk, paşxaneya dîrokî û pêngavên pratîk bi têra xwe werin pêşkêşkirin û nîqaşkirin lazim e wext bê diyarkirin.


- Ji yekê zêdetir sazî dikarin bi hev re serlêdana komxebatekê bikin?


- Belê, ji yekê zêdetir sazî dikarin bi hev re serlêdana komxebatekê bikin.

Ger pirsên we yên din hebin, ji kerema xwe bi rêya info@peaceandfreedomforum.com bi me re têkilî li dar bixin.