SERLÊDAN

Qeyda beşdariyê

Merheba!


Spas ji bo ku we niyet e hûn qeyda xwe çêkin ji bo Foruma Aştî û Azadiya Civakî û we niyet e hûn beşdarî Forumê bibin. Ji kerema xwe, beriya hûn formê tije bikin wan xalan bigirin ber çavan:


1) Hinek çalakiyên di bernameya Forumê de di heman roj û saetan de pêk tên. Wextê hûn çalakiyên ku hûn dixwazin beşdar bibin hildibjêrin, teqez bikin ku ew ne di heman roj û saetê de ne. Hûn dikarin berê xwe bidin Bernameya 2026ê ya li ser malpera me.


2) Di Forumê de hinek komxebat bi heman navî, ji rojekê zêdetir û wek berdewamiya hevdu tê birêvebirin. Di vê rewşê de ji bo berhemdariyeke hevpar em li bendê ne ku beşdar tevlî hemû rûniştinên van komxebatan bibin.


3) Ji kerema xwe navnîşana e-maila xwe rast û bêxeletî binivîsinin. Em ê ji we re e-mailekê bişînin da ku qeydkirina we teyît bikin. Eger em nekarin bersivê di wextê xwe de ji we bistînin, hûn ê nekaribin beşdarî çalakiyan bibin.


4) Beşdarbûna forumê bi tevahî bêpere ye; ne hewce ye hûn bilêtan bikirin an jî pere razînin cihekî.


5) Dema ku qeydkirina we hate piştrast kirin, ji kerema xwe beşdarî atolyeyan, panelan û çalakiyên ku we hilbijartine bibin. Qeydkirin û neçûn dê rê li ber beşdarbûna beşdarek din bigire û bandorek neyînî li ser planên me bike.


6) Ji ber ku nusxeyek ji forma qeydkirinê dê bixweber bi we re neyê parvekirin, ji kerema xwe li cihekî binivîsinin ka we ji bo kîjan çalakiyan qeyda xwe çêkiriye.