Ji bo ku we niyet e hûn di çarçoveya Foruma Aştî û Azadiya Civakî de komxebatekê/çalakiyekê bi rê ve bibin em spasiya we dikin. Forma li jêr, ji bo em di derbarê komxebatê/çalakiyê de agahiyên berfireh bi dest bixin hatiye amadekirin. Armanca me ev e ku em di pêvajoyên plankirin, sepandin û raporkirinê de bi awayî herî baş alîkariya we bikin.
Serlêdana Komxebatê/Çalakiyê û Pêvajo
Bi rêya lînka li jêr hûn dikarin wek şexs an jî li ser navê saziya xwe serlêdana xwe ya birêvebirina komxebatekê/çalakiyekê bikin. Ji bo em bikaribin li we vegerin û alîkariya hewce bidin we, me pêdivî bi agahiyên berfireh ên di derbarê komxebatan/çalakiyan de heye. Ji ber vê, ji kerema xwe bi qasî ji destê we tê Forma Serlêdanê bi awayekî temam û baldarî tije bikin.
Dîroka dawî ya serlêdanê: 5ê Adarê 2026, 23:59.
Piştî vê dîrokê, dê serlêdan neyên qebûlkirin.
Serlêdanên komxebatan/çalakiyan, dê ji aliyê Ekîba Koordînasyonê ya Forumê bê nirxandin û ew ên hatine qebûl kirin herî dereng dê heta 7ê Adarê bên agahdarkirin. Ew ên nehatine qebûlkirin jî dê heta 10ê Adarê bên agahdarkirin.
Krîterên Nirxandina Komxebatan/Çalakiyan
Nirxandin, dê li gorî bersivên pirsên di forma serlêdanê û çarçoveya krîterên li jêr bê kirin.
- Komxebat/Çalakî, li gorî armancên Foruma Aştî û Azadiya Civakî hatiye amadekirin an na?
- Komxebat/Çalakî, piştevaniya Forumê yên demokrasiya beşdar, pirrengî û hemûgirî, civakîbûna aştiyê, nêzîkatiya azadîxwaz û danûstandina rexneyî dike yan na?
- Encam an berhemeke berbiçav a vê komxebatê/çalakiyê heye yan na?
- Komxebat/Çalakî, alîkariya bicihbûna çanda aştî û azadiya civakî dike yan na?
- Komxebat/Çalakî, qadeke ragihandinê ya azad û horizontal ava dike yan na?
- Çavkanî û îmkânên heyî yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (ŞBMA) dihêle ku ev komxebat/çalakî bê birêvebirin an na?
Pirsên Gelek Caran Tên Pirsîn
- Divê komxebat/çalakiyên ku têne pêşniyar kirin di derbarê çi de bin?
- Di qadên pererde û lêkolîn, mafên zarokan, xebatên ciwan û jinan, zayenda civakî, alîkariya derûnî û civakî, hiqûq, edalet û mafên însanî, koçberiya bi darê zorê û wendakirinên bi zorê, ziman û edebiyat, çand-huner û medya, dîrok û xebatên bîrê (hafizayê), ekolojî û çandin, ked û aborî, tenduristî û spor, dîn û baweriyê de hûn dikarin komxebat an jî çalakiyan pêşniyar bikin.
Ger hûn ji derveyî komxebatên ku li jêr hatiye terîfkirin çalakiyekê pêşniyar dikin, dibe ku ev wek panel, şevbêrka muzîkê, çîrokbêjî, nîşandana fîlm û dokumanteran li gel hevpeyvînekê, lîstik li gel hevpeyvînekê, meş/ger, pêşangeh bên pêşniyarkirin.
Di pêşniyarên we yên van çalakiyan de, lazim e bê diyarkirin ka kî dê di van çalakiyan de bi awayekî aktîf cih bigire; divê ev kes ji aliyên kesên ku çalakiyê pêşniyar dike bên vexwendin. Divê ev kes, piştî ku çalakiya tê pêşniyarkirin ji aliyê Ekîba Koordînasyona Forumê ve tê qebul kirin werin vexwendin.
- ŞBMA, dê destheqekê bide kes û/an jî saziyên ku komxebatên wan hatine qebûlkirin?
- ŞBMA, dê destheqekê nede kes û/an jî saziyên ku komxebatên/çalakiyan wan hatine qebûlkirin lê belê dê mêvandariya (hatinçûn û cihê mayînê) herî zêde du rêveberên komxebatan/çalakiyan bike.
- ŞBMA, dikare materyalên hewce yên bo komxebatan/çalakiyan amade bike?
- ŞBMA, dikare alîkariyê bide ji bo bidestxistina materyalên hewce yên bo komxebatan/çalakiyan lê belê ev alîkarî girêdayî du mercan e: kîjan materyal lazim in û temînkirina van malzemeyan çi was wext digire. Ji bo ku em bikaribin baştir alîkariya we bikin, lazim e hûn beşa formê ya têkildarî vê mijarê ye bi berfirehî bibersivînin. Girîng e ku rêveberên komxebatan/çalakiyan bi awayekî zelal binivîsin ka ev dikarin kîjan materyalan bi xwe re bînin û ji bo kîjan materyalan alîkariyê ji ŞBMAyê dixwazin.
- ŞBMA, dikare mekânekê bide ji bo komxebatên/çalakiyan hatine qebûlkirin?
- ŞBMA, dê ji bo komxebatên/çalakiyan hatine qebûlkirin mekânekê diyar bike. Ji bo vê, ji kerema xwe bi awayekî zelal diyar bikin ka hûn mekânekê çawa dixwazin. Li gorî derfetan, em ê hewl bidin mekânekê diyar û amade bikin.
- Divê wextê komxebatan çi qas be?
- Lazim e komxebat, di navbera 12–16ê Gulana 2026ê de, wek herî kêm rojek (1) û herî zêde pênc (5) roj bê plankirin. Ji bo ku hûn bikaribin bi beşdaran re çarçoveya teorîk û paşxaneya dîrokî bi berfirehî bigirin dest û pêngavên pratîk bi berfirehî têra xwe nîqaş bikin divê komxebatên wek rojek (1 roj) tê amadekirin herî kêm pênc (5) saet were veqetandin. Wek mînak, hûn dikarin beşa yekem a komxebateke wisa di navbera 10:00-12:00ê de, navbera nîvro di navbera 12:00-13:00ê de û beşa duyemîn jî di navbera 13:00-15:00ê de plan bikin. Ji bo komxebatên ji rojekê (1 roj) zêdetir jî bi heman awayî ji bo ku çarçoveya teorîk, paşxaneya dîrokî û pêngavên pratîk bi têra xwe werin pêşkêşkirin û nîqaşkirin lazim e wext bê diyarkirin.
Divê çalakî di navbera 12-16ê Gulan 2026ê de bên lidarxistin. Roj û saeta çalakiyan divê li gorî îhtiyac û misaidbûna komên ku li bendê ne beşdar bibin bên diyarkirin.
- Ji yekê zêdetir sazî dikarin bi hev re serlêdana komxebatekê/çalakiyekê bikin?
- Belê, ji yekê zêdetir sazî dikarin bi hev re serlêdana komxebatekê/çalakiyekê bikin.
Ger pirsên we yên din hebin, ji kerema xwe bi rêya info@peaceandfreedomforum.com bi me re têkilî li dar bixin.