ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê mezûn bû û dû re li Zanîngeha Boğaziçiyê li ser mijarên zarok û ciwanan di serdema destpêkê ya Komara Tirkiyeyê de mastera xwe temam kir. Di sala 2017an de, wê ji Ecole des Hautes Etudes en Sciences Sociales (EHESS) bi teza xwe ya bi navê "Windakirina Bi Zorê û Koçberiya Bi Zorê di Çarçoveya Şerê Kurd de: Windakirin li Sînor, Şîn û Siyaset" doktoraya xwe wergirt. Wê her wiha li zanîngehên cuda yên Tirkiyeyê dersên cûrbecûr da. Ew di nav damezrînerên Navenda Bîrê ya Rastî û Dadmendiyê (Hafıza Merkezi) de bû û heta sala 2018an wekî Rêvebira Bernameya Lêkolînên Bîrê xebitî. Piştî sala 2018an, wê li Zanîngeha Paris 8 wekî lêkolînera postdoktorayê xebitî û lêkolîna xwe ya postdoktorayê li ser rejîmên bîranînê yên kolonyal li Tirkiye û Fransayê kir. Piştî ku wekî akademîsyen li Sciences PO Paris û INALCO xebitî, di navbera salên 2022-2023an de li Zanîngeha Cambridge lêkolînera mêvan bû. Ji Mijdara 2023an vir ve, ew li EHESSê projeyek lêkolînê li ser tevgerên siyasî û civakî li Tirkiye û dîasporayê dimeşîne. Wê gelek pirtûk û gotar li ser windakirinên bi zorê, şîdeta dewletê, lêkolînên bîranînê, lêkolînên zayendî û antropolojiya hiqûqî weşandiye. Ew nivîskara pirtûka "Yaramız Derindir: Hafıza Sahası ve Sömürgeci Afazi [Birîna me kûr e: Qada bîranînê û afaziya kolonyal]" e.