Axêver

Îlham Ahmed

Îlham Ahmed

Jînenîgarî

Siyasetmedareke Kurd e ku ji salên 1990î vir ve di warê siyasî de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayekî çalak dixebite. Ew yek ji parêzvanên herî xurt ên maf û azadiya jinan e. Di qonaxên destpêkê yên serhildana Sûriyeyê de, Ehmed beşdarî damezirandina Tevgera Civaka Demokratîk bû. Piştre ew bû endama Konseya Bilind a Kurd û endameke damezirîner a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojava bû. Ehmed, di heman demê de di avakirina Konseya Demokratîk a Sûriyeyê (SDC) wek endama damezirîner cih girt û wekî hevseroka vê Konseyê hate hilbijartin. Bi rengekî çalak di muzakereyên li gel hikûmeta Sûriyeyê de cih digire. Niha ew Hevseroka Beşa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Çalakiyên Ku Beşdar Bûye