Di sala 1965an de li Amedê ji dayik bû û piraniya jiyana xwe ji bo xebatên civakî û siyasî di warê civaka sivîl de derbas kir. Di rêveberiyên herêmî, sendîka, komele, weqf û platforman û partiyên siyasî de rolên çalak hilgirt. Ew di nav damezrînerên Komeleya Jiholêrakirina Xizaniyê û Pêşkeftina Domdar a Sarmaşıkê de bû, ku di sala 2006an de bi înîsiyatîfek hevbeş a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û rêxistinên sivîl ên li bajêr hate damezrandin, lê di sala 2016an de bi Biryarnameya Qanûnî hate girtin. Ew karên xwe yên piştevaniyê bo rêveberiyên herêmî di asta navendî de didomîne.