Axêver

Şêrko Kanîwar

Şêrko Kanîwar

Jînenîgarî

Li Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Perwerdehiyê beşa Mamostetiya Matematîkê xwend. Di sala 2003yê de li Amedê li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê bi awayekî profesyonel dest bi xebatên muzîka Kurdî kir. Di Koma Derwêşan de defjenî û ûdejenî kir. 2006ê li Kampa Zarokan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest bi xebatên zarokan kir. 2009ê li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di Beşa Zarokan de dest bi xebatê kir. 2011ê hem wek koordînator hem jî wekî perwerdekarê muzîkê derbasî Konservatuara Aram Tîgran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû. 2016ê wexta ku kayyûman şaredarî îşgal kirin, ew û hemû hevalên wî yên hunermend dev ji karê şaredariyê berdan. Tevî perwerdekar, şagirt û kedkarên beşa muzîkê, di Adara 2017an de, bi piştevaniya gel û saziyên sivîl ên Amedê, di avakirina Ma Music Centerê de cî girt. Heta niha jî li Ma Musicê wekî koordînator û perwerdekarê muzîka Kurdî, ji beriya jidayikbûnê heta 5 salî, bi Metoda ZAROKma (bi pedagojiya alternatîf) dersan dide. Her wiha bi xebatên GEROKma jî zarokên Kurd li ku dera Kurdistanê û cîhanê bin, bi wan re dixebite û wekî endamekî Koma Ma, defjeniyê dike.

Çalakiyên Ku Beşdar Bûye