2026 PROGRAM

Avakirina Zimanê Aştiyê bi rêya Hunerê: Astengî, Îmkan û Teheyûl

Avakirina Zimanê Aştiyê bi rêya Hunerê: Astengî, Îmkan û Teheyûl
Panel

Derbarê Çalakiyê

Di vê panelê de em dixwaziin li ser hêza hunerê ya ku bîra civakî digire ser milê xwe, hewl dide tiştên ku nediyar in û nayên dîtin bi bi wêrekî bibîne û nîşan bide û piştevaniya aştî û azadiyê dike bi hev re bifikirin.

Her çend huner pir caran tenê wekî şêweyek îfadeyê tê dîtin jî, di rastiyê de ew qadeke bihêz e ku tiştên ku civak dijîn tomar dike, êşa civakî vediguherîne zimanekî hevpar û dibe alîkar ku empatî di navbera komên cûda de çêbibe. Ji ber vê sedemê, helwest û berpirsiyariyên hunermendan di rûbirûbûna pirsgirêkên civakî de di avakirina zimanê jiyaneke hevbeş a aştiyane de cihekî girîng digirin.

Di panelê de, em ê nîqaş bikin ka huner çawa dikare bi pêvajoyên bîranîn û pevçûnê re bibe alîkar, zimanê aştiyê çawa dikare bi rêya hunerê were avakirin, berpirsiyariya civakî ya hunermend û potansiyela hunerê ya afirandina zemînek hevpar a hestan di civakên polarîzebûyî de. Di çarçoveyek ji şano heta sînemayê, û ji ezmûnên kesane heta şahidiya civakî de, em armanc dikin ku hêza hunerê ne tenê ji bo reflekskirinê lê di heman demê de ji bo veguherînê jî ji bo nîqaşê vekin.


Moderator:

Rûgeş


Agahiyên Çalakiyê

  • Dîrok16 Gulan 2026
  • Saet17:00
  • CihSalona Alî Emîrî (Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê)

Herikîna Bernameyê

Gul 16
17:00 - 18:30