2026 PROGRAM

Avabûn û Geşedana Termînolojî û Bîra Muzîka Kurdî û Deyndariya Muzîka Kurdî ji bo Jinan

Avabûn û Geşedana Termînolojî û Bîra Muzîka Kurdî û Deyndariya Muzîka Kurdî ji bo Jinan
Komxebat

Derbarê Çalakiyê

Ev komxebata ku ji hêla stranbêj û etnomuzîkolog Serdar Canan û berhevkar û lêkolîner Zeynep Yaş ve hatiye amadekirin, dê ji du beşan pêk bê. Di beşa yekem de, li ser paşxaneya dîrokî û pêşveçûna muzîka Kurdî bi awayekî panoramîk bê pêşkêşkirin; bi taybetî ji sedsala 19’an û vir ve mînakên dengên jinan dê werin nîşandan. Di vê beşê de her wiha termînolojiya muzîka Kurdî bê nasandin û dîroka vê muzîkê bi beşdaran re bê parvekirin. Armanc li vir ew e ku ne tenê dengbêj û veguhestinerên mêr, lê giringiya dengbêj û veguhestinerên jin jî wekî çavkaniya muzîka Kurdî were destnîşankirin û wekhevî û hevparîya jinên Kurd bi awayekî eşkere were xuyakirin.

Di beşa duyem de dê bi taybetî bal bê kişandin ser polîtîkayên Komara Tirkiyeyê û dê were nirxandin ku bandora mêtingerî û dewletê ya li ser ziman û muzîka Kurdî heta roja me ya îro çawa berdewam dike. Di vê beşê de her wiha ji çarçoveyeke berfirehtir dê behsa beşên din ên Kurdistanê jî bê kirin; dê bi mînakên curbecur bê nîqaşkirin ku Kurd bi rêya muzîkê çawa hevdu nas dikin, bi kîjan astengiyan re rû bi rû dimînin û ev astengî çawa tên derbaskirin. Rol û mîsyona stasyonên radyoyê yên wekî Erîvan û Bexdayê dê bi berfirehî werin girtin dest.

Encama herî berbiçav a vê atolyeyê ew e ku li gel beşdaran nexşerêyek bê diyarkirin; ka em dikarin neheqiyên ku hunermendên jin heta îro pê re rû bi rû mane çawa tespît bikin û rê li ber dubarebûna wan bigirin, û ji hêla din ve ji bo ku mîrata mayînde ya muzîka Kurdî berdewam bike, em dikarin çawa çavkaniyên hevpar ava bikin.


Ziman: Kurdî

Beşdarî: Her çi qas ev komxebat ji herkesî re vekirî be jî beşdariya muzîkjen, stranbêj û lêkolînerên ku li ser muzîkê kar dikin, bi taybetî ya muzîkjen, stranbêj, lêkolînerên jin gelekî girîng e.

Kontenjan: 30 kes.

Herikîna Bernameyê

Gul 14
09:30 - 14:30

Agahiyên Çalakiyê

  • Dîrok14 Gulan 2026
  • Saet10:00
  • CihDê bê diyarkirin