2026 PROGRAM

Di Lêgerîna Dadweriyê de - Hey Hawar

Di Lêgerîna Dadweriyê de - Hey Hawar
Nîşandana Fîlman

Derbarê Çalakiyê

Sînebîr, hilbijartineke fîlm û belgeselan, ku zelal dike ku binpêkirinên mafan ên di demên nêz de qewimîne xuya bike û bîreke kolektîf ava bike, bi derhêner û lîstikvanan re tîne pêşberî temaşevanan. Di çalakîya ku dê di navbera 13-15ê Gulana 2026an de were lidarxistin de, heft fîlmên ku têgehên dadwerî û rûbirûbûnê di navenda xwe de digirin dê were nîşandan. Di çarçoveya bernameyê de di 13ê Gulanê de YÎBO û Dargeçit, di 14ê Gulanê de Bîr, Vartinîs û Yerli Yurtsuz, di 15ê Gulanê de jî Hey Hawar û Görünür Görünmez Bir Otosansür Antolojisi dê bi hezkirîyên sînemayê re were cem hev.

Belgefilma Hey Hawar a ku Caner Dara derhênerîya wê kiriye, li ser wê yekê disekine ku gora mamoste Süleyman Aksu yê ku di êrîşa bombeyî ya 20ê Tîrmeha 2015an de li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dabû, gelek caran hatîye xerabkirin. Gor, ji bilî bîranînên mirovên mirî, bîr û berxwedana gelekî jî hildigire. Ev cihên bîra civakî dibin armanca nefret û nakokîyan. Xerabkirina gora Süleyman Aksu û çarçoveya civakî ya li pişt xirapkirina goran a li Tirkiyeyê, bala belgefilmê ava dike. Bi hevpeyvîn û dîmenên balkêş, ev belgefîlm êrîşên li ser goran xuya dike û di heman demê de têkoşînên li dijî polîtîkayên bêhafizekirinê jî nîşan dide.

Piştî nîşandana fîlman, hevpeyvînên ku dê were lidarxistin temaşevanan vedixwînin ku bibin parçeyek ji şahidî û tomarên bîrê yên di fîlman de hatine girtin. Di van hevpeyvînan de, tê zelalkirin ku di navbera vegotina fîlm û ezmûnên temaşevanan de qadeke diyalogê were vekirin û ev qada diyalogê beşdarî avakirin û berdewamîya bîra kolektîf bibe. Çalakî bi rêya fîlm û hevpeyvînan zelal dike ku beşdar rûbirûbûna bi raborîyê re bibe, şahidiyan zindî bihêle û beşdarî avakirina aştîyê civakî bibe.


Ziman: Kurdî û Tirkî (Bi binnivîsa Îngilîzî )

Beşdarî: Ji her kesî re vekirî ye.

Herikîna Bernameyê

Gul 15
15:00 - 16:30

Agahiyên Çalakiyê

  • Dîrok15 Gulan 2026
  • Saet15:00
  • CihÇand Amed
Li Ser Nexşeyê Nîşan Bide

Beşdarbûn bi kontenjanê bi sînor e.