2026 PROGRAM

Di Lêgerîna Dadweriyê de - YÎBO

EV ÇALAKÎ BI DAWÎ BÛ

Di Lêgerîna Dadweriyê de - YÎBO
EV ÇALAKÎ BI DAWÎ BÛ

Derbarê Çalakiyê

Sînebîr, hilbijartineke fîlm û belgefîlm ku zelal dike binpêkirinên mafan ên di demên nêz de qewimîne xuya bike û bîreke kolektîf ava bike, bi derhêner û lîstikvanan re tîne pêşberî temaşevanan. Di çalakîyq ku dê di navbera 13-15ê Gulana 2026an de were lidarxistin de, heft fîlmên ku têgehên dadwerî û rûbirûbûnê di navenda xwe de digirin dê werin nîşandan. Di çarçoveya bernameyê de di 13ê Gulanê de YİBO û Dargeçit, di 14ê Gulanê de Bîr, Vartinîs û Yerli Yurtsuz, di 15ê Gulanê de jî Hey Hawar û Görünür Görünmez: Bir Otosansürün Antolojisi dê bi hezkiriyên sînemayê re werin cem hev.

Belgefilm YÎBO (Dibistanên Herêmî yên Seretayî yên Şevînî) ku derhêneriya wê Şükran Demir û Özgür Ünal kirine, şahidiya xwendekarên ku di navbera salên 1962-2010an de di van dibistanên li bajarên cuda de xwendine, digire navenda xwe. Belgesela ku ji dîmenên arşîvê û dîmenên YÎBOyên terkkirî pêk tê; zelal dike ku bi xuya kirina neyeksanî, polîtîkayên asîmîlasyonê û têgihîştina dîsîplîna mîlîtarîst a ku zarokan jiyane, beşdarî bîra civakî bibe.

Piştî nîşandana fîlman, hevpeyvînên ku dê werin lidarxistin temaşevanan vedixwînin ku bibin parçeyek ji şahidî û tomarên bîrê yên di fîlman de hatine girtin. Di van hevpeyvînan de, tê zelalkirin ku di navbera vegotina fîlm û ezmûnên temaşevanan de qadeke dîyalogê were vekirin û ev qada dîyalogê beşdarî avakirin û berdewamiya bîra kolektîf bibe. Çalakî bi rêya fîlm û hevpeyvînan diyar dike ku beşdarî rûbirûbûna bi raborîyê re bibe, şahidiyan zindî bihêle û beşdarî avakirina aştîya civakî bibe.


Ziman: Kurdî û Tirkî (Bi binnivîsa Îngilîzî)

Beşdarî: Ji her kesî re vekirî ye.

Kontenjan: Fîlm dê di salona bi 248 kursiyan de werin nîşandan.

Ji bo bilêtan: https://banbilet.com.tr/tr/events/di-legerina-dadweriye-de-yibo 

Agahiyên Çalakiyê

  • Dîrok13 Gulan 2026
  • Saet17:00
  • CihÇand Amed Qata Zemînê Salona Sînemayê (Navenda Çand û Kongreyê ya Sezai Karakoç)
EV ÇALAKÎ BI DAWÎ BÛ

Herikîna Bernameyê

Gul 13
17:00 - 18:45