2026 PROGRAM

Futbola Kolanê ya Hewîner

Futbola Kolanê ya Hewîner
Komxebat

Derbarê Çalakiyê

Ev komxebat bi rêya konsepta Streetbolzer Fairplay lihevhatina civakî, rêzgirtin û jiyana bi hev re di nav aştiyê de teşwîq dike; futbola kolanê wekî amûreke pratîk û balkêş ji bo hînkirina rêbazên li dijî nîjadperestîyê û têkoşîna li dijî cudakarîyê bikar tîne. 

Zarok, ciwan û mezin tên perwerdekirin da ku prensîbên Fairplay di jiyana xwe ya rojane de bi kar bînin; bi rêya fêrbûna ezmûnî û xebata tîmê fêr dibin ku tevgerên deryaxer nas bikin û li hemberî wan bisekinin. Komxebat beşdaran xurt dike da ku di nav civakên xwe de bibin avakerên aştîyê yên çalak, empatî, wekhevî û diyalogê di navbera komên cihêreng de xwedî dike û wan bi stratejiyên berbiçav çekdar dike da ku nakokîyan bi awayekî adîl û berfireh çareser bikin. Bi vî rengî, rasterast beşdarî xurtkirina aştîya civakî û teşwîqkirina çanda têgihîştin û bi armancên Foruma Aştî û Azadiya Civakî re li hev tê.

Atolye sê armancên bi hev ve girêdayî dişopîne. Ya yekem, beşdaran, zarokan ciwanan û mezinan bi zanîn û jêhatîbûnên pratîk ên li ser dij-nîjadperestî, têkoşîna li dijî cudakariyê û prensîbên Fairplay çekdar dike, da ku ew nakokiyan bi awayekî aştiyane çareser bikin, têkiliyeke bi rêz deynin û bêyî cudahiya koka wan, zayend an nasnameya wan kesên din di nav xwe de bihewînin. Ya duyem, bi avakirina toreke ji Balyozên Fairplay ên perwerdekirî an bi gotina me "Rêberên Ciwan", aktorên ku dê bandoran carcaran biafirînin û van nirxan di tax, dibistan û civakên werzişê yên herêmî de bi kar bînin û belav bikin, ava dike. Ya sêyem, komxebat komên cihêreng di qadeke hevpar, kêfxweş û hevkarîyê de tîne cem hev û girêdanên civakê xurt dike; bawerî, têgihîştin û hevkarîyê ku hêmanên bingehîn ên ji bo aştiya domdar û azadiya civakî ne, teşwîq dike. Bi van encaman, proje ji bo jiyana bi hev re di nav aştiyê de û çalakîyavcivakî ya berfireh kapasîteya herêmî ava dike.


Ziman: Kurdî, Tirkî, Almanî û Îngilîzî

Beşdarî: Ev komxebat ji bo beşdariya zarok û ciwanan hatiye sêwirandin.

Kontenjan: Ji bo her rojekê 30 kes


Instagram: @streetbolzer

Web: https://www.streetbolzer.com/

Herikîna Bernameyê

Gul 12
15:00 - 19:00

Gul 13
15:00 - 19:00

Gul 14
15:00 - 19:00

Agahiyên Çalakiyê

  • Dîrok12 Gulan 2026 - 14 Gulan 2026
  • Saet15:00
  • CihDê bê diyarkirin