Çalakî

Heqê Axaftinê: Bîra civakî, şahidî û travma

Heqê Axaftinê: Bîra civakî, şahidî û travma
Panel

Derbarê Çalakiyê

SEMPOZYÛMA MAFÊ AXAFTINÊ: BÎRA CIVAKÎ, ŞAHIDÎ Û TRAVMA

Em wek Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê û Komeleya Xebatên Travmayê we vedixwînin sempozyûma “Mafê Axaftinê”, ku em bi awayê hevpar li dar dixin.

Em ê di sempozyûma xwe de, bîra civakî, şahidîyan, travmaya navnifşan û derfetên başbûnê, ji alîyên akademîk hiqûqî û psîkolojîk ve, nîqaş bikin. Bi beşdarîya pispor, akademîsyen û mafparêzên ji dîsîplînên cuda, em ê mijarên giring ên wekî ziman, nasname, windakirinên bi zorê, berxwedana jinan, bîra bedenî û pêşnîyazên polîtîk ên sepanbar, bi hev re nîqaş bikin.


BERNAME


7ê Mijdarê

09:15–09:30 | Qeydên beşdaran

09:15–09:30 | Axaftinên destpêkê

10:30–12:00 | Panela 1: Dengê Bêdengkirîyan: Ziman, Nasname û Travmaya Navnifşan

12:15–13:45 | Panela 2: Windahî û Şahidî: Windakirinên bi Zorê, Bêcezabûn û Şîn

14:45–15:45 | Panela 3: Berxwedan û Bîra Jinan

16:00–17:15 | Panela 4: A li Bedenê Mayî: Binpêkirinên Mafan, Bîra Bedenî û Mercên Veherandinê

17:30–18:40 | Rûniştina Ji bo Pêşnîyazên Polîtîkayê

17:30–18:40 | Axaftinên dawiyê


8ê Mijdarê

09:30-13:30 | Meşa Bîrê li Sûrê*

14:30-16:00 | Komxebata Bîrên me yên Meşê

*Kontenjana beşdarên meşê 20 kes in. Qeydên wan dê 7ê mijdarê li salona sempozyûmê werin hilgirtin.


Ji bo ku em bi hev re derfetên gotin, şahidî û başbûnê biaxivin, em li benda we ne.

Agahiyên Çalakiyê

  • Dîrok07 Mijdar 2026 - 08 Mijdar 2026
  • Saet09:15
  • CihSalona Konferansê ya Alî Emîrî (Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê)

Herikîna Bernameyê

Mij 07
09:15 - 19:00

Sempozyûm

Mij 08
09:30 - 16:00

Meşa Bîrê li Sûrê