2026 PROGRAM

Ji Koçberiya bi Zorê ber bi Bihevrejiyanê ve: Edalet, Veger û Hevgirtina Civakî li Herêma Kurdistanê

Ji Koçberiya bi Zorê ber bi Bihevrejiyanê ve: Edalet, Veger û Hevgirtina Civakî li Herêma Kurdistanê
Komxebat

Derbarê Çalakiyê

Herêma Kurdistanê ya Iraqê, ji mêj ve wekî qadeke penaberiyê, derbasbûn û vegerê, ji aliyê pevçûn, koçberiya bi darê zorê û bêîstîkrariya herêmî ve hatiye teşekirin, kar dike. Her çend pirî caran wekî herêmeke ya jiyana hevpar û ewlehiya nisbî lê serdest bê pênasekirin jî, rastî; bi zehmetiyên nû yên mîna gihîştina neyeksan a dadperweriyê, neyeksaniyên zayendî, parastinên hiqûqî yên lawaz û koça bêserûber hatiye diyarkirin. Ev komxebat ku ji aliyê Dr. Jiyar Aghapouri û Sangar Salih ên ku ji Zanîngeha Emrîkî ya Kurdistanê ne û Dileen Sardar Zuhdi ku ji Zanîngeha Duhokê ye hatiye organîzekirin, derfeteke bêhempa pêşkêş dike da ku ezmûna Herêma Kurdistanê bi rastiyên dîrokî û rojane yên civakên Kurd ên li Tirkiyeyê re bîne ziman; bi vî rengî ji nîqaşkirina tenê bûyerekê derbas dibe û derfetê dide ku mijarên hafize, koçberî, veger, jiyana hevpar û dadperweriyê di navbera civakên Kurd ên ku sînoran derbas dikin de bi awayekî rexneyî bêne lêkolîn kirin. Komxebata ku li ser vîzyona ewlehiya mirovî û avakirina aştiyê ya Navenda Aştî û Ewlehiya Mirovî hatiye avakirin, li şûna modelên aştiyê yên razber, ezmûna jiyandî, pratîka saziyan û muzakereya lihevkirina civakî ya di asta civakê de dixe navendê. Di nav armancên komxebatê de; lêkolînkirina encamên civakî, hiqûqî û zayendî yên koçberiya bi darê zorê, veger û koça bêserûber li Herêma Kurdistanê; lêkolînkirina ka azadiya olî û jiyana hevpar di civakên ku ji koçberiyê bandor bûne de çawa tê sepandin, birêkûpêk kirin û nîqaş kirin; analîzkirina rola dadperweriya zayendî û mafên kêmneteweyan di domandina aştiya civakî ya demdirêj de; û afirandina qadeke fikirînê ya dersînor ku ezmûnên civakên Kurd ên li Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê tîne cem hev, cih digirin.


Ziman: Kurdî (Kurmancî & Soranî) û Îngilîzî

Beşdarî: Ji her kesî re vekirî ye; bi taybetî beşdarbûna lêkolîner, xwendekarên zanîngehê, siyasetmedar û aktîvîstên civakê tê teşvîqkirin.

Kontenjan: 30

X: @cphs_auk

Web: https://auk.edu.krd/centers-and-research/center-for-peace-and-human-security

Herikîna Bernameyê

Gul 13
10:00 - 15:00

Agahiyên Çalakiyê

  • Dîrok13 Gulan 2026
  • Saet10:00
  • CihBelirlenecek