Ev atolye, ji aliyê hunermend Bestamî Egî û Selen Doğan ve wekî qadeke hilberîna hevpar hatiye sêwirandin ku bi derfetên hunerê, bang li mirovan dike da ku li ser qumaşên dîtî û yên bermayî ji nû ve bifikirin û wan veguherînin. Qumaşên ku temenê wan ê bikaranînê qediyaye an jî hatine avêtin, dê di vê atolyeyê de wateyên nû û formên hunerî bi dest bixin. Armanc ne tenê derxistina hilberekê ye; lê belê bi hev re fikirîn, pirsîn û parvekirina pêvajoya hilberînê ye. Beşdar dê dema ku destê wan li materyalan dikeve, hem jêhatîbûna destên xwe hem jî hêza xeyalên xwe bi kar bînin û cerebeyeke afirînêr bijîn.
Armanca atolyeyê ew ku balê bikişîne li ser wêrankariya nediyar a ku ji ber moda bilez û hilberîna tekstîlê pêk tê û beramberiyên tundiya li dijî xwezayê ya di jiyana me ya rojane de bi awayekî eşkere bike. Di heman demê de, bang dike ku em bi hev re li ser sûcên li dijî xweza û hemû zindiyên tê de têne kirin bifikirin; armanc ew e ku em bi hev re fêm bikin ku lihevhatina bi xwezayê re, yek ji gavên herî pêşîn û girîng e di riya aştiya civakî û azadiyê de.
Atolye, pêşkêşkirina xerckirinê (tuketim) wekî çalakiyeke azadker jî dipirse û lêkolîn dike. Li dijî vê çerxa xerckirinê ya ku her tim hewcedariyên nû diafirîne û bi hesta kêmtiyê rê li ber kesan vedike, li şûna “kirînê”, bi rêya “veguherandinê” şêwazekî din ê têkiliyê pêşniyar dike. Li dijî kesên ku tiştên amade xerc dikin; dibin kirdeyên (suje) ku vediguherînin û ji nû ve ava dikin.
Hilberîna hevpar a kesên ji komên cuda yên civakî, çandî û temenî li dora heman materyalên bermayî, li şûna pêşbaziyê piştevaniyê; li şûna xerckirinê parvekirinê pêkan dike. Ev rewşa hilberîna hevpar, aştiyê ne tenê wekî têgehekê, lê wekî pratîkekê ku di dema hilberîn û parvekirina bi hev re tê jiyîn digire dest û bi armanca forumê ya civakîkirina aştiyê re digihîje hev.
Ziman: Kurdî (Kurmancî & Zazakî), Tirkî
Beşdarî: Ji her kesî re vekirî ye.
Kontenjan: 10 kes
Instagram: @bestamiegi