EV ÇALAKÎ BI DAWÎ BÛ
Koma Ma bi konsereke taybet derdikeve pêşberî we. Koma Ma, ku bi salan e bi deng û rengê xwe bîra xwe diparêze dê bi stranên Kurmancî, Dimilî, Soranî û Ermenkî bibe dengê bîra me ya civakî û herêmî. Ev konser hewildanek e ji bo tiştên ku hatine tepisandin û veşartin xuya bibin û avakirina pireke ye ku ji bo fikr û dil bigihijin hev. Di vî warî de, huner dibe amûreke sereke ya ku êşên me yên hevpar tîne ser ziman û zemîneke hevpar, azad û aştiyane ava dike. Em li benda we ne ku em bi hev re, bi hêza muzîkê ya xurt, ber bi xeyala jiyaneke birûmet û bi hev re bimeşin.