Komxebata Tundiya Çandî û Avakirina Aşitiya Civakî, bi armanca pênasekirina çarçoveya têgehî ya tundiya çandî, analîzkirina şêweyên hilberînê yên di jiyana rojane û asta saziyan de û xuyakirina bandorên piralî yên vê celebê tundiyê li ser gelan tê organîzekirin. Komxebat bi taybetî balê dikişîne li ser şêweyên tundiya çandî yên ku li ser Kurdan; dema zelal dike ku pratîkên daxarkirin, înkar û asîmîlasyonê yên di qadên ziman, bîr, huner û hilberîna çandî de bi perspektîfeke rexneyî nîqaş bike, dê rola çandên berxwedanê yên li dijî tundiya çandî di avakirina avahiyeke civakî ya pirçandî de û beşdariyên hilberînên çand-hunerê ji bo aştiya civakî, çanda jiyana hevpar û qada giştî ya demokratîk jî bigire dest. Komxebat, dê berpirsiyariyên rêveberiyên herêmî yên ku li hemberî tundiya çandî û derfetên ji nû ve avakirina polîtîkayên çandî li ser zemînek wekhevparêz, berfireh û piralî jî were nîqaşkirin, bi van aliyên xwe ve rasterast bi armancên Foruma Aştî û Azadiya Civakî yên xurtkirina diyaloga di navbera gelan de, parastina mafên çandî û belavkirina perspektîfa jiyana bi hev re ya azadîxwaz re li hev dike û beşdariya teorîk û pratîkî ji bo mîsyona piralîbûna çandî û avakirina aştiyê ya Forumê pêşbînî dike. Di encama komxebatê de, ji bo sazî, hunermend û rêveberiyên herêmî yên nu li dijî tundiya çandî pêşniyarên pêkanînê, çarçoveyek ku dê pratîkên hilberîna wekhevparêz û piralî di qada çand-hunerê de xurt bike ku di heman demê de modela ji bo mekanîzmayên piştevaniyê li ser bingeha pirzimanî û mafên çandî û pêşniyarên polîtîkayê yên li ser ji nû ve teşekirina polîtîkayên çandî yên rêveberiyên herêmî bi awayekî ku piştgiriyê bide aştiya civakî werin pêşxistin û pêkanîn.
Ziman: Kurdî (Kurmancî)
Beşdarbûn: Ji her kesî re vekirî ye.
Kontenjan: 20 kes.
Beşdarbûn bi kontenjanê bi sînor e.