Hediye Yûsif, endama Konseya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), di navbera salên 2016 û 2018an de wek Hevseroka Konseya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebitî. Ew yek ji aktorên siyasî yên herî girîng e di sazûmankirina Rêveberiyên Xweser de ye. Yûsif, her wiha bi awayekî aktîf di meşandina kar û barên birêxistinkirina civakê de dixebite û di têkoşîna parastina bingeha pir-netewî û pir-olî ya herêma xweser û Sûriyeyê, û her weha di têkoşîna tevgera azadiya jinan de.