EV ÇALAKÎ BI DAWÎ BÛ
Ev xebata bi sernavê “Aştî bi Bajar re: Mekan, Bîr (Hafize) û Mafên Giştî” ku ji aliyê Şaxa Amedê ya Odeya Mîmaran ve tê birêvebirin; armanc dike ku avakirina aştiya civakî di çarçoveya dadperweriya mekanî de bixe rojevê. Di beşa yekem a komxebata ku ji du rûniştinan pêk tê de axaftinên li ser newekheviyên bajêr, hafizeya kolektîf û mafên giştî çarçoveyeke teorîk û rexneyî dê bê meşandin. Di beşa duyem a li ser pratîkê de jî, tê armanckirin ku beşdar bi teknîkên nexşesaziya înteraktîf qadên 'pevçûn' û 'lihevhatinê' yên bajêr analîz bikin û stratejiyên mekanî yên aştiyane pêş bixin. Pêvajoya komxebatê, bi nivîsandina “Manîfestoya Prînsîbên Aştî bi Bajar re” ku hilberineke kolektîf e, dê bi dawî bibe. Komxebat ji bo hemû mîmar û parvekar, pispor û aktîvîstên eleqedar ku dixwazin di derbarê mekanê bajêr de perspektîfeke navdîsîplînî pêş bixin re vekirî ye.
Axaftvan: Şilan Mızrak, Şerefhan Aydın
Rêvebirên Komxebatê: Nurten Kızıldemir, Ruşen Tayfun
Raportor: Dicle Akın, Hüseyin Çiya Bekiroğulları
Ziman: Kurdî û Tirkî
Beşdarî: Her çend ev komxebat bi giranî ji bo mîmaran hatibe sêwirandin jî, ji bo beşdariya parvekarên ji dîsîplînên cuda jî vekirî ye.
Kontenjan: 14 kes