2026 PROGRAM

Dekolonîzekirina Aştîyê

Dekolonîzekirina Aştîyê
Komxebat

Derbarê Çalakiyê

Ji bo çareserkirina pirsgirêkên sosyopolîtîk ên kolektîf û nasnameyî (etnîk, neteweyî, olî, çînî, zayendî û hwd.), bi taybetî jî di warê "pirsa Kurd" de aştîyeke ku azadîya civakî ji xwe re esas digire, divê beriya her tiştî çi di warê pergala dîskursîf ya polîtîk de û çi jî di warê daxwaza mafên rewa yên takekesî û kolektîf de, ji taybetmendî, reng û şêweyên kolonyal were şuştin. Bi gotineke din, divê "aştîyeke dekolonîzekirî" bibe armanc. Ev yek, beriya her tiştî di çarçoveya kiryarîbûna aliyê mixatab yê mexdûr û bindest de ji bo avakirina "rejîma heqîqetê" pêwîst e. Jixwe, aştîyeke "bi rûmet" û xwedîyê derfet û hêza pêkanîn ya "azadîya civakî" mihtacê dîskûrseke dekolonyal e, ku ev dîskûrs têkiliya hiyerarşîk, desthilatî û tabîîyetê ya di navbera aliyên mixatab de heye, problematîze dike û ji holê radike. Bi gotineke din, ev komxebat dê derfet û pêwîstiya "demokratîzekirin û aş(tî)kirina aştîyê" ji xwe re bike armanc û dê bi nirxandineke dekonstruktîf nîşan bide ku ev yek jî bi bêjareke/dîskurseke dekolonyal pêkan e. Ger em mînak bidin, îro di çarçoveya "pêvajoya aştî û civaka demokratîk" de pênasekirina pêvajoyê aliyê rayedarên dewletê ve wekî "Pêvajoya Tirkiyeya Bêteror" pênasekirin û dîskurseke "kolonyalîst" e û baş tê zanîn ku pênase û bikaranîna zimên him di warê berdewamîkirina pêvajoyê de him jî di warê nasîna daxwaz û mafên dualî de diyarker e. Bi kurtasî, wekî "pergala dîskursê" zimanê siyasî û civakî yê ji bo "pêvajoya aştîyê" tê bikaranîn, pozîsyona polîtîk û îdeolojîk ya aliyan diyar dike. Ji ber ku aştî, ji şêweyê bikaranîna zimên û diyalogê destpê dike.

Ev komxebat, ji aliyê dê ji aliyê Mustafa Zengîn ve bê birêvebirin û armanca dike bi beşdaran re nîqaş bike ka berî her tiştî ji bo pêvajoyeke aştîyê ya mafparêz, dadperwer û civakparêz pêdivî bi ziman û dîskurseke çawa heye.


Ziman: Kurdî (Kurmancî)

Beşdarî: Ji herkesî re vekirî ye.

Kontenjan: 20 kes




Herikîna Bernameyê

Gul 15
10:00 - 15:00

Agahiyên Çalakiyê

  • Dîrok15 Gulan 2026
  • Saet10:00
  • CihDê bê diyarkirin