2026 PROGRAM

Di Lêgerîna Dadweriyê de - Yerli Yurtsuz

EV ÇALAKÎ BI DAWÎ BÛ

Di Lêgerîna Dadweriyê de - Yerli Yurtsuz
EV ÇALAKÎ BI DAWÎ BÛ

Derbarê Çalakiyê

Sînebîr, hilbijartineke fîlm û belgeselan, ku zelal dike ku binpêkirinên mafan ên di demên nêz de qewimîne xuya bike û bîreke kolektîf ava bike, bi derhêner û lîstikvanan re tîne pêşberî temaşevanan. Di çalakîya ku dê di navbera 13-15ê Gulana 2026an de were lidarxistin de, heft fîlmên ku têgehên dadwerî û rûbirûbûnê di navenda xwe de digirin dê were nîşandan. Di çarçoveya bernameyê de di 13ê Gulanê de YÎBO û Dargeçit, di 14ê Gulanê de Bîr, Vartinîs û Yerli Yurtsuz, di 15ê Gulanê de jî Hey Hawar û Görünür Görünmez Bir Otosansür Antolojisi dê bi hezkirîyên sînemayê re were cem hev.

Belgesela "Yerli Yurtsuz" ku derhêneriya wê Rıza Oylum kiriye, li ser çîroka hosteyê hesinkar ê Ermenî Yervant Demirci ye ku li navçeya Dêrika Mêrdînê ji dayik bûye. Belgefîlm lêgerîna wî ya nasname û kokan a li Tirkiye û Ermenistanê dişopîne. Serpêhatiya wî ya ziman ku bi Kurdî dest pê dike û bi Tirkî berdewam dike, piştî fêrbûna zimanê Ermenî û şopandina şopa bav û kalên wî, li Dêrik, Stenbol, Entab û Êrîvanê şêwe digire. Belgefîlm, tevî astengîyên zimanî û çandî, peywendiyên samîmî yên di navbera raborî û îro de, bi tevna dîrokî û polîtîk re nîşan dide.

Piştî nîşandana fîlman, hevpeyvînên ku dê werin lidarxistin temaşevanan vedixwînin ku bibin parçeyek ji şahidî û tomarên bîrê yên di fîlman de hatine girtin. Di van hevpeyvînan de, tê  zelalkirin ku di navbera vegotina fîlm û ezmûnên temaşevanan de qadeke dîyalogê were vekirin û ev qada dîyalogê beşdarî avakirin û berdewamiya bîra kolektîf bibe. Çalakî bi rêya fîlm û hevpeyvînan armanc dike ku beşdarî rûbirûbûna bi raborîyê re bibe, şahidiyan zindî bihêle û beşdarî avakirina aştiya civakî bibe.


Ziman: Kurdî û Tirkî (bi jêrnivîsa Îngilîzî)

Beşdarî: Ji her kesî re vekirî ye.

Kontenjan: Fîlm dê di salona bi 248 kursiyan de werin nîşandan.

Ji bo bilêtanhttps://banbilet.com.tr/tr/events/di-legerina-dadweriye-de-yerli-yurtsuz




Agahiyên Çalakiyê

  • Dîrok14 Gulan 2026
  • Saet19:00
  • CihÇand Amed Qata Zemînê Salona Sînemayê (Navenda Çand û Kongreyê ya Sezai Karakoç)
EV ÇALAKÎ BI DAWÎ BÛ

Herikîna Bernameyê

Gul 14
19:00 - 20:05

Nîşandan

Gul 14
20:15 - 21:00

Gotûbêj