Ev komxebat, bi nêzîkatiyek ezmûnî lêkolînê dike ku ka Panarşiya Ekolojîk, modela rêveberiya Xwezayê ye, çawa dikare rêberiya mezinbûn û pêşketina ekosîstemên mirovî—ango civakan—bike. Komxebat alîkariyê dike ku fêmkirin ka çerxên xwezayî çawa di dînamîkên mirovî de xuya dikin û ev têgihiştin çawa dikarin rêxistinkirina civakê, pêşxistina pêşdîtinê, berxwedan û lihevkirina kolektîf xurt bike. Xebata ku xwe dispêre modelek teorîk a ku prensîbên ekolojîk bi azadî û aştîya civakî re têkildar dike, ji rastiya ku hemû zindîyên di xwezayê de bi hev ve girêdayî ne û di nav têkiliyeke domdar de ne derdikeve rê û qadeke diyalogê ya demokratîk diafirîne ku misoger dike ku civakên mirovî jî dikarin bi têgihiştina ku beşdariya her kesî ji bo ekosîstemê neçar e, pêş bikeve. Fikra bingehîn a komxebatê ew e ku aştî û azadî, bi pejirandina xwezaya me wekî hebûnên zindî yên gerstêrkê; bi xurtkirina wê têgihiştinêye ku her forma jiyanê bi rêya tevlîbûn, beşdarî û beramberiyê xizmeta pêşketina ekosîstemên hem biyolojîk hem jî civakî dike û dikare bê domandin. Beşdar dikarin li bendê bin ku; ka kes û civak çawa dikarin çerxên xwe yên xwezayî, hesta aîdiyetê û berpirsiyariyên xwe ji nû ve kifş bikin; avahiya çerxî û ne-hêlî ya jiyana civakê; stratejiyên rêveberiya civakê yên li ser bingeha çerxên panarşiya ekolojîk; û ji bo pêşdîtina stratejîk a ji bo pêşketina civakê amûreke pratîkî bi dest bixin.
Komxebat ji aliyê perwerdekarên înîsiyatîfa perwerdehiya kesk a bi navenda Estonyayê Rescogita OU, Lorenzo Nava û Johana Pytlickova ve tê meşandin.
Ziman: Îngilîzî (bi wergera Kurdî û Tirkî)
Beşdarî: Ji her kesî re vekirî ye.
Kontenjan: 30 kes