2026 PROGRAM

Rojnamevaniya Aştiyê

EV ÇALAKÎ BI DAWÎ BÛ

Rojnamevaniya Aştiyê
EV ÇALAKÎ BI DAWÎ BÛ

Derbarê Çalakiyê

Ev atolye ya ku dê ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Dicle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ve bê birêvebirin, armanc dike ku li ser zimanê şer û gotinên cudaker ên ku di medyayê de bi berfirehî têne bikaranîn, bi hev re bifikirin û wekî alternatîfek ji bo vî zimanî, nêzîkatiyek nûçegihaniyê ya ku aştiyê xurt dike, nîqaş bikin. Atolye ji vê qebûlkirinê dest pê dike ku medya qadeke girîng e û têgihiştinên civakî û çanda jiyana hevpar teşe dike.

Rojnamegeriya aştiyê, li şûna ku pevçûnan bi zimanekî cemsergir (polarîze) ragihîne; zelal dike ku dengên cuda xuya bike û vegotineke li ser bingeha mafan û berfireh ava bike. Di atolyeyê de, dema ku bandorên zimanê heyî li ser mînakên medyayê tên kite kirin, dê bi hev re bê nirxandin ku ka zimanekî baldartir û berpirsyartir çawa dikare bê avakirin.

Her çend atolye di serî de ji bo rojnameger û xwendekarên fakulteya ragihandinê be jî, ji bo her kesê ku bi vê qadê re têkildar e vekirî ye. Bi vê fikrê, veguherîna zimanê ku di medyayê de ji bo xurtkirina aştiya civakî gaveke girîng e, ev atolye bi nêzîkatiya bingehîn a forumê re digihîje hev.


Ziman: Kurdî û Tirkî

Beşdarî: Ew ji bo her kesê ku emrê wan 18 sal an zêdetir e vekirî ye. Beşdariya rojnamevanan, xwendekarên ku medyayê û ragihandinê dixwînin, û lêkolînerên lîsans û masterê yên ku di vî warî de lêkolînan dikin bi taybetî tê teşwîqkirin.

Kontenjan: 30 kes


DFG

Instagram: @dfgdernegii

X: @DFGDernegi

Web: https://diclefiratgazeteciler.org/


MGKD

Instagram: @mkgdernek

X: @mkgdernek

Web: www.mkgdernek.org

Agahiyên Çalakiyê

  • Dîrok14 Gulan 2026
  • Saet13:00
  • CihKomeleya Amargî ya Çand û Hûnerê
EV ÇALAKÎ BI DAWÎ BÛ

Herikîna Bernameyê

Gul 14
13:00 - 17:00