Ev atolye, ji alîyê Plansazê Bajarî û Lêkolîner Veysi Altıntaş û Endamê Damezrîner ê Chalak Events Tofan Sünbül ve hatîye sêwirandin, hêmanên mîrasa çandî ya neberçav a Kurdan ên wekî çîrok, dengbêjî, efsane, vegotinên mîtolojîk û lîstikên zarokan dike navend. Armanca sereke ya xebatê ew e ku van hêmanên çanda devkî ne tenê wekî nirxên folklorîk; lê wekî çavkanîyên stratejîk ên ku daneyên berbiçav ji bo plansazîya bajarî û sêwirana qada giştî diafirînin, bîra civakî digihînin pêşerojê û beşdarî avakirina aştîya civakî dibin, binirxîne. Atolye diyar dike ku rêbazên nû pêş bixe ku qatên çandî yên nedîtî yên bajêr di pêvajoyên plansaziya mekanî de berbiçav û fonksîyonel bike.
Erdnîgarîya berfireh a Kurdan, bi sedsalan in ku bi kevneşopîya devkî hatîye şekilandin, xwedî qadeke bîranînê ya mezin e ku awayên rêxistinkirina têkilîyên civakî û çanda jiyana hevpar dihewîne. Lê belê ev mîrasa dewlemend, ji ber polîtîkayên zext, qedexekirin û înkarkirinê yên ku di serdema Komarê de hatîne sepandin, bi awayekî sîstematîk nehatîye berhevkirin û nehatîye di nav pêvajoyên plansazîya bajarî ya modern de. Her çend di salên dawî de xebatên çandî di nav şaredarîyên herêmî de lez girtibin jî, ev çalakî bi giranî li ser zimanê zikmakî mane; entegrasyona hêmanên neberçav ên wekî çîrok, mîtolojî û lîstikan di pratîkên mekanî de sînordar kirîye.
Bikaranîna mîrasa çandî ya neberçav wekî komek daneyan di pêvajoyên plansazîyê de, hem ji bo parastina berdewamîya çandî û hem jî ji bo xurtkirina aştîya civakî xwedî girîngiyeke krîtîk e. Wêneyên mekanî yên ku di çanda devkî de hene, ji bo sêwirana bajarî daneyên berbiçav û orîjînal pêşkêş dikin. Di vê çarçoveyê de, atolye rêyên veguherandina mîrasa çandî ya “intangible” (razber) bo “tangible” (soyut) di nav dîsîplîna plansazîyê de nîqaş dike. Ev nêzîkatî dê bihêle ku hêmanên ku rîhê bajêr pêk tînin lê di nexşeyan de cih nagirin, di sêwiranê de cih bigirin.
Wekî encama sereke ya atolyeyê, tê plankirin ku pêşniyarên polîtîkayên berfireh ji bo rêveberîyên herêmî werin pêşxistin ka ev berhevkirina çandî çawa dikare di plansazîya bajarî de were yekkirin. Pêşnîyarên ku dê were amadekirin; dê çarçoveyek pêkan ji bo naskirina mafên çandî, parastina cihên bîranînê û çavdêrîya nasnameya çandî di sêwirana qada giştî de pêşkêş bike. Her wiha, armanc ew e ku daneyên ku ji hêmanên çanda devkî hatine bidestxistin, bibin daneyên berbiçav ên ku rasterast di pêvajoyên sêwirana bajarî û plansaziya çandî de tê bikar anîn.
Beşa yekem a atolyeyê, bi qonaxa “Çarçoveya Konseptual û Amadekarî” ya ku di navbera saet 10:00 û 12:00an de tê lidarxistin, dest pê dike. Piştî vekirin û nasînê, di pêşkêşîya ku dê were kirin de, alîyên civakî û mekanî yên mîrasa çandî ya neberçav dê bi kûrahî were nirxandin. Di vê qonaxê de, dê nîqaşek înteraktîf li ser rola çanda devkî ya wekî “qata nedîtî” di pêvajoyên plansazîya bajarî de were kirin û armanc ew e ku hişmendîya teorîk a beşdaran a li ser mijarê were zêdekirin.
Piştî danasîna teorîk, ji saet 11:00an ve dê li ser nexşeya Amedê xebatek nexşekirinê ya pratîkî were destpêkirin. Beşdar dê li ser bingeha bîranîn û rawestgehên çanda devkî yên bajêr xebatek mekanî bimeşînin; dê amadekarîyên pêşîn bikin ka hêmanên razber ên wekî çîrok, efsane û dengbêjî çawa dikarin ji bo sêwirana bajarî bibin daneyên berbiçav. Piştî saetek navbera nîvro, dê derbasî beşa duyemîn a bernameyê, qonaxa ezmûna qadê were kirin.
Di beşa piştî nîvro ya çalakîyê de, ji bo çavdêrîya zanyarîyên teorîk li cihê xwe, di navbera saet 13:00 û 15:00an de dê “Mala Dengbêjan” û “Mala Çîrokbêjan” were ziyaretkirin. Ev serdana qadê, dê derfetê bide ku bersivên mekanî yên çanda devkî rasterast were ezmûnkirin û sepanên heyî were nirxandin. Piştî navberek kurt, bername dê bi rûniştina nirxandina giştî ya saet 15:30an de bi dawî bibe. Di vê beşa dawîn de, dê li ser bingeha çavdêrîyên qadê pêşnîyarên polîtîkayê yên berbiçav ji bo rêveberîyên herêmî were nîqaş kirin û encamên sereke yên atolyeyê dê were zelalkirin.
Ziman: Kurdî (Kurmancî) û Tirkî
Beşdarî: Ev komxebat ji bo her kesî ku emrê wan 18 salî yan zêdetir e vekirî ye.
Kontenjan: 30 kes
Beşdarbûn bi kontenjanê bi sînor e.